HSDê derbarê teqîna Hesekê de daxuyanî da

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê teqîna îro ya li Hesekê de ragihand ku di wê teqînê de şervanekî wan û 2 welatî birîndar bûne.
28.02.2023, Sal - 07:01
HSDê derbarê teqîna Hesekê de daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê teqîna duh Duşemê 27ê Sibata 2023yan teqînek çêbû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSDê li ser teqîna li taxa Kelasê ya Hesekê daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniyê şervanekî HSDê û 2 welatiyên sivîl birîndar bûne, di nava birîndaran de pîrejineke 70 salî jî heye.

HSD di daxuyaniya xwe de dibêje: “Roja Duşemê saet di 10:45an de li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê, di seyareyekê de mayinek teqiya. Di encama vê teqînê de şervanekî me birîndar bû. Her wiha 2 welatiyên sivîl ku yek ji wan jineke 70 salî ye, di encama vê teqînê de birîndar bûn.”

HSD herwiha dide zanîn ku derbarê bûyerê de ji aliyê yekineyên wan ên têkildar ve xebatên lêkolînê berdewam dikin.

Welatiya taxa Kelasê ya Hesekê Nazdar Mela Derwîş ji Rûdawê re got, teqîn li nêzîkî dibistana Rufeyde El-Eslemiye li meydana Cûdî ya taxa Kelasê ku nêzîkî kolêja Endazyariya Çandinyê ye çêbûye.

Herwiha hat zanîn ku navê pîrejina 70 salî ya birîndar, Emîne Xelîl Derwêş e.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 397 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:04:24