HSDê, ji bo çareseriya girtî û kampên malbatên DAIŞê bang li civaka navnetewî kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di salvegera 5emîn a rizgarkirina Reqa ji DAIŞê de, bang li civaka navdewletî kir ku çareseriyekê ji girtî û kampên malbatên çekdarên DAIŞê re bibîne.
20.10.2022, Per - 10:43
HSDê, ji bo çareseriya girtî û kampên malbatên DAIŞê bang li civaka navnetewî kir
Nuçe Belav bike

Bi boneya salvegera 5’an a ragihandina rizgarkirina Reqayê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe de ragiahnd, “Operasyona rizgarkirina Reqayê derfeteke mezin bû ji bo balkişandina li ser hewlên jinavbirina DAIŞê, nehiştina belavbûna wê û kêmkirina metirsiya wê li ser cîhanê.”

Her wiha HSDê bang li civaka navdewletî kir ku çareseriyeke rîşeyî ji girtiyên DAIŞê û kampên ku malbatên wan lê dimînin re bibînin.

HSDê got ku piştî 5 salan ji rizgarkirina Reqayê, niha qonaxa duyemîn a şerê li dijî DAIŞê gelekî metirsîdar e û divê di vê qonaxê de xemsar nebe.

di zûtirîn dem de çaryek ji kamp û zindanên çekdarên DAIŞê re bên dîtin.

Her wiha HSDê bang li civaka navdewletî kir ku piştgiriyeke guncaw ji bo avakirina herêmê pêşkêş bike, ta ku avahiyên ku di şerê li dijî terorê de wêran bûne, ji nû ve bêne avakirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 289 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:38:06