HSDê li 9 bajarên Rojava li dijî 'sîxûrên Tirkiyê' operasyon destpê kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) ragihand ku hêzên wan operseyoneke nû bi navê Operasyona Sondê li dijî sîxûrên Tirkiyê dane destpêkirin.
01.08.2022, Pts - 05:53
HSDê li 9 bajarên Rojava li dijî 'sîxûrên Tirkiyê' operasyon destpê kir
Nuçe Belav bike

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) daxuyaniya xwe de da zanîn ku operasyona li hember sixûrên Tirkiyê dane destpêkirin di operseyonê de heta niha 36 kes ku di şaneyên sîxurtiyê de cîh digirtin û zanyarî didan Tirkiyê hatine desteserkirin.

HSD amaje bi planên Tirkiyê ji bo lawazkirina Rêveberiya Xweser û têkdana aramî û ewlehiya Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje, “Dewleta Tirkiyê bi hemû hêza xwe dixwaze aramî û ewlehiya herêmên Sûrî bi giştî û bi taybet jî Bakur û Rojhilatê Sûrî hedef bike. Armanca xwe ew e ku bê istiqrarî û kaosê çêbike, bi vî awayî jî zemîn û şertên dagirkeriyê ava bike.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, Tirkiye bi piştîgiriya xwe ya bo DAIŞê û herwiha bi çêkirina torên sîxûriyê hewl dide navçeyên di bin kontrola HSDê û Rêveberiya Xweser de ne aram bike û bandora xwe li wan cihan zêdetir bike.

HSD wiha dibêje, Artêşa Tirkiyê û saziyên wê yên ewlekariyê di navçeyên me de xebateke berfireh a çêkirina sîxur û ajanan dimeşînin.

Fermandariya Giştî ya HSDê daye xuyakirin, Li hember vê siyaseta dijminahî û qirêj a hikûmeta Tirkiyê ev demeke HSDê tevî alîkariya saziyên ewlekariyê xebateke berfireh dimeşîne û ev xebat bi aramî, bi awayekî veşartî û bi asteke profesyonel tê meşandin.

HSD dibêje, li dijî torên sîxûriyê yên Tirkiyê hêzên wan operasyonek nû bi navê Operasyona Sond dest pê kirine û ragihandiye, operasyon li bajarên Qamişlo, Til Temir, Heseke, Şeddadê, Dêrazor, Reqa, Minbic, Til Temir û Kobaniyê hatiye pêkanîn.

Li gor daxuyaniya HSDê di encama operasyonê de heta niha 36 kesên ku di van şaneyên sîxurtiyê de cîh digrin, ji aliyê hêzên wan ve hatine desteseririn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk diyar kiriye ku wan kesan di kuştin û armanckirina gelek şervan û fermandarên wan de dest hebûye û zanyarî dane Tirkiyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 675 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:21:03