HSDê li Dêrezorê emîrekî IŞİD'ê girt

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê li Dêrezorê di operasyonbeke taybet de Emîrekî DAIŞê girtin.
13.06.2022, Pts - 07:48
HSDê li Dêrezorê emîrekî IŞİD'ê girt
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandinê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, roja Yekşemê 12ê Hezîranê, hêzên wan bi piştevaniya bejayî û asmanî ya hêzên hevpeymaniya navdewletî operasyonek li dijî şaneyên nihênî yên rêxistina IŞİDê li gundê el-Rueyşîd ê Dêrezorê pêk anîne û di operasyonê de Emîrekî IŞİDê girtin.

Heman çavkaniyê ragihand, ew emîr ku serpereştiya şaneyeke ewlehiyê dikir, ku karê wê gihandina zaniyarî, diyarkirina armancan, danîne plan û rêyên pêkanîna êrîşên terorîstî,li dijî xalên ewlekarî, leşkerî, sivîl û xizmetguzarî li gundewarên Dêrezorê û navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê bû.

Li gor HSDê,di operesyonê de dest bi ser cebilxaneyeke çek û teqemeniyên wê rêxistinê de jî hat girtin.

30ê Gulanê jî li bajarokê Mergede yê li başûrê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, di operasyonbek li dijî şaneyên nihênî yên rêxistina IŞİDê de emîrek û 3 çekdarên IŞİDê hatibûn girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 647 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:06:16