HSDê li Dêrezorê emîrekî DAIŞê girt

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li navçeya Elkesrê ya Dêrezorê emîrekî DAIŞê hat girtin.
20.12.2022, Sal - 09:00
HSDê li Dêrezorê emîrekî DAIŞê girt
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ragihand ku hêzên wan bi hevahengî ligel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, di operasyonên xwe de li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê berdewam in.

Di daxuyaniya HSDê de tê gotin ku, roja Înê 16yê Kanûna 2022yan, hêzên HSDê ligel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li navçeya Elkesrê, li gundewarê rojavayê Dêrezorê, di operasyoneke ewlehî de, emîrekî xwecihî yê DAIŞê girtin.

Her li gorî daxuyaniya HSDê, ew emîrê DAIŞê berbirsyarê organîzekirina şaneyên rêxistinê bûye.

Navenda Ragihandinê ya HSDê nîşanê bi wê yekê jî dide, di dema du heftiyan de, wan hêzan bi hevbeşî ligel Hêzên Hevpeymanan, 5 operasyonên ewlehî encam dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 284 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:49:59