HSDê planeke metirsîdar a DAIŞê têk bir

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihande ku hêzên wan 12 çekdarên DAIŞê girtine berî ku planeke revandina malbatên DAIŞiyan cîbicî bikin.
12.07.2022, Sal - 14:49
HSDê planeke metirsîdar a DAIŞê têk bir
Nuçe Belav bike

Nivêsgeha Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, di daxuyaniyekê de ragihande ku, şaneyên veşartî yên çekdarên DAIŞê planek danîbû, ji bo armanckirina welatiyên sivîl û encamdana êrîşan û revandina malbatên çekdarên DAIŞê ji nav Kampa Holê, bo navçeyên li jêr destên çekdarên opozisyonê yên ser bi Tirkiyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, li beramber wê plana şaneyên DAIŞê, hêzên HSDê bi beşdariya Hêzên Ewlehiya Navxwe, li Hesekê, Hol, Til Hemîs, Til Birak û Dêrikê, operasyonek li dijî wan şaneyan encam da, û 12 çekdar girtin.

Hevdem hêzên HSDê dest danîne ser hejmarekê ji çek û teqemeniyan, di nav de: 4 çekên ji corê (AK-47), 19 xertûşên gulleyan, 300 gulle, 2 demançe, 4 narincok, mayinek û çend kelûpelên din.

Li gorî ragihandina HSDê, ev yek hevdem ligel zêdebûna gef û êrîşên Tirkiyê ye, li dijî navçeyên bakur û bakur û rojhilatê Sûriyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 539 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:50:51