HSDyê biryara destpêkirina diyaloga Kurdî-Kurdî da

Encûmena Leşkeriya ya Hêzên Sûriyeya Demokratik (HSD) biryara çalakkirina diyaloga Kurdî-Kurdî da.
26.07.2024, Cum - 12:42
HSDyê biryara destpêkirina diyaloga Kurdî-Kurdî da
Nuçe Belav bike

Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi amadebûna Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî civiya.

Di civînê de mijarên wekî diyaloga Kurdî-Kurdî, hevkariya bi Hevpeymaniya Navneteweyî re, xizmeta leşkeriyê, girtiyên DAIŞê û çareserkirina pirsgirêkên Kama Holê hatine gotubêjkirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînî de rewşa Sûriyeyê bi giştî û herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî hayiye gotûbêjkirin.

HSDyê tekezî li ser pêwîstiya pejirandina siyaseteke pratîkî û vekirî ya li hemberî hemû pirsgirêkan û amadebûna ji her pêşketinekê re kir.

Encûmena Leşkerî ya HSDyê daxwaza bipêşvebirina destpêşxeriya çareseriyê di çarçoveya Sûriyeyê de kir.

HSDyê ragihand ku “têkildarî êrişên dagirkeriya Tirkiyeyê ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di civînê de hate destnîşankirin ku ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê xebat û hewildanên bi saziyên navneteweyî re dewam dikin.”

Vî nûçeyê tevayî: 327 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:29:20