Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê du êrişên DAIŞê yên li Dêrezorê daxuyanî da.
HSDyê doyar kir ku du êrişên şaneyên DAIŞê li bajarokên Zîban û Şihêlê yên li rojhilatê Dêrezorê hatin têk birin ku bargehên wan kiribû armanc.
Li gorî daxuyaniya êrişa yekemîn êvara li dijî nuqteyeke leşkerî hat kirin û çekdarên DAIŞê di êrişê de çekên RPGyê bi kar anîn.
Her wiha êrişa duyemîn jî heman demê li xala leşkerî ya li bajarokê Şihêl hat kirin û di vê êrişê de şaneya çekdarên DAIŞê BKC û kalaşînkov bi kar anîn.
HSDyê da zanîn ku şervanên wan bersiva her du êrişan da û şer derket û got:
“Di encama derbeyên hêzên me şane neçar man birevin. Di her du êrişan de ti zerer li hêzên me nebûn, lê hin terorîstên êrişkar birîndar bûn, hejmara wan jî nehat tesbîtkirin.”