HSDyê li ser bûyera Dêre Zorê daxuyaniyek belav kir

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê aloziya li Dêre Zorê derketiye de daxuyaniyek belav kir.
25.07.2023, Sal - 19:31
HSDyê li ser bûyera Dêre Zorê daxuyaniyek belav kir
Nuçe Belav bike

HSDyê di daxuyaniyê dibêje piştî ku pirsgirêkeke kesayetî di navbera çend endamên hêzên leşkerî yên li Dêre Zorê derketiye wan li ser daxwaza fermandariya giştî komîteyeke pêdaçûnê hatiye avakirin da ku pirsgirêkê bi hevahentiya li gel rûspiyên navçeyê çareser bike.

Her wiha HSDyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku yên ku destê wan di bûyerê de hene hatine girtin û "li hember kesên ku xwastine fitneyê derxin rêkarên yasayî hatine girtin.

HSDê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha dibêje “Em dê bi cidî li hember tevahî dîmenên çekdarî yên derqanûnî yên li dijî navendên leşkerî û tevgerên hêzên leşkerî yên di çarçoveya parastina ewlehiyê û tunekirina şaneyên DAIŞ`ê de dimeşîne, bisekinin. Her wiha dê li hember tevahî hewldanên îstixbaratên dijminane û rêxistina DAIŞ`ê bisekinin ku hewl didin tevliheviyê bi kar bînin û êriş hêz û wesayîtên leşkerî bikin.”

Piştî nîvroyê li navçeyên Sor, Kisre, Cidîde Igêdat, Izbe û hejmareke gundên rojhilatê Dêre Zorê ku di bin kontrola HSDyê de ye, di navbera Encûmena Serbazî ya Dêrazorê û Hêzên HAT û Asayişê de alozî derketibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 372 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:09:22