HSDyê li ser teqîna li Enqereyê daxuyanî da

HSDyê red kir ku encamderên teqîna li Enqereyê ji herêmên wan derbasî Tirkiyeyê bûbin.
05.10.2023, Per - 06:09
HSDyê li ser teqîna li Enqereyê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), li ser teqîna li Enqereyê daxuyaniyek da.

1ê vê mehê demjimêr derdora 09:30î 2 kesan li Enqereyê bi otomobîlekê êriş pêk anîbû.

HPGyê da zanîn ku êriş ji aliyê Tabûra Nemiran ve hatiye encamdan.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî got her du gerîlayên êriş pêk aniye “Ji Sûriyeyê hatine.”

Fîdan herwiha gefa “operasyonê” xwar û got, “PKK û YPG armancên sereke yên hêzên me ne.”

“Ev angaşt ne rast in”

Navenda Ragihandinê ya HSDyê bersiv da angaştên Hakan Fîdan û got:

“Îdiayên berpirsên Tirkiyeyê yên ku dibêjin encamderên teqîna li Enqereyê ji navçeyên HSDyê derbasî Tirkiyê bûne, ne rast in.

Ev, mijareke dubarekirî ye, dikeve çarçoveya tohmetên bêbingeh ku Tirkiyeyê berê wan dide HSDyê.”

HSDyê herwiha di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew dê ewlehiya herêma xwe biparêzin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 628 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:06:16