Hêzên Amerîkî ji Dirbêsiyê û ta Kobanê hatine belav kirin

Hêzên Amerîkî li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de belav dibin, da ku çavdêriya herêmê bikin, ev hêza Amerîkê dê sînor ji Dirbêsiyê ta bi Kobanê ji êrîşên Tirkiyê biparêze.
29.04.2017, Cts - 09:04
Hêzên Amerîkî ji Dirbêsiyê û ta Kobanê hatine belav kirin
Nuçe Belav bike

Endamê YPG Rêber derbarê belavbûna hêza Amerîkî li ser sînor de ji K24ê re wiha axivî: “Belê ev hêzeke Amerîkî ye. Piştî dewleta Tirkiyê navendên YPGê bombebaran kirin, herwiha toparana wê jî li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam e, hêzên Amerîkî hatin da ku rewş bişopîne û êrîşa Tirkiyê rawestîne.”

Fermandariya YPG dide zanîn ku Hevpeymaniya Navdewletî nerazîbûna xwe derbarê êrîşên Tirkiyê anîne ziman û pêşbîn e ku sînor bi awayekî berdewam ji aliyê Amerîka ve were parastin.

Fermandarê di YPG de Şervan Kobanê jî got: “Armanca wan li vir rawestandina topbarana Tirkiyê bide rawestandin. Em dikarin bibêjin jî niha topbarana Tirkiyê hatiye rawestandin. Hêzên Amerîkî ji herêma Cizîrê û heta Kobanê belav bûne da ku êrîşa Tirkiyê ya li ser sivîlan bide rawestandin.”

Hêzên Amerîkî bi sê danan li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de dê belav bibin. Li gorî ku YPG diyar dike, mebesta hebûna hêza Amerîkî ew e, da ku destêwerdana Tirkiyê di Rojavayê Kurdistanê de rawestîne, nemaze ku di çend rojên dawî de Tirkiyê êrîşên giran bi ser rojava de anîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1758 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:05:44