Îlham Ehmed: Têkiliyên me yên xurt bi Swêdê re hene

Îlham Ehmed: Têkiliyên me yên xurt bi Swêdê re hene
22.06.2022, Çar - 06:24
Îlham Ehmed: Têkiliyên me yên xurt bi Swêdê re hene
Nuçe Belav bike

Swêd a ku bi rêya rêxistinên alîkariyê piştgirî da Rojava û wezîra derve ya Swêde jî çend caran pêşwaziyê li rayedarên Rêveberiya Xweser kir.

Piştî gefên Rûsyayê ji bo ku Swêd derbasî NATOyê bibe pêwîstî bi erêkirina Tirkiyê heye. Lê belê, Enqere ji Stockholm dixwaze ku di berdêla erêkirina wê de her cure piştgirîya Kurdên Sûrîyê qut bike.

Hevseroka Desteya Rêveber a Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di hevpeyvîna xwe ya di medya dewletê ya Rûsyayê Russia Today de got ku ew bi Swêdê re xwedî têkiliyeke pir baş in.

Îlham Ehmed dibêje “Em di peywendiyê de ne û têkiliyên me yên xurt bi hikûmeta Swêdê re hene, li ser wê yekê ku em weke Encûmena Sûriyeya Demokratîk pêkhateyeke siyasî li Sûriyê ne. Em bi berdewamî di nav pêwendî û danûstandinan de ne û em hêvîdar in ku di vî warî de ti reftarên xirab dernekevin.”

Rayedarên Rojavayê Kurdistanê dan zanîn ku Stockholmê bi deh milyon dolaran alîkarîya aborî bi rêya rêxistinên Kurd û biyanî daye herêmê. Tirkiyê îdia kir ku ev piştgirî ji şervanên Kurd ên li Rojava re hatiye şandin ku ew wek metirsiyek li ser `ewlehiya xwe ya netewî dihesibîne.`

Li aliyê din Swêd jî piştgiriya rasterast a ji bo Kurdên Roavayê Kurdistanê red kir û got ku ev alîkarî ji bo rêxistinên mirovî yên ku li Sûriyê kar dikin tên dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 816 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:39:50