Îlham Ehmedê peyamên zelal dan hikûmetê: ‘Yan qebûl bike yan…’

Îlham Ehmedê got, “Yan dê Hikumeta Şamê Rêveberiya Xweser qebûl bike yan jî dê li dîwêr bikeve.”
22.08.2024, Per - 10:02
Îlham Ehmedê peyamên zelal dan hikûmetê: ‘Yan qebûl bike yan…’
Nuçe Belav bike

Li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê komxebata “Pênasekirina Nasnameya Kurdî û Gelên Sûriyeyê di Pergala neteweya Demokratîk de” tê lidarxistin.

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed jî li komxebatê axivî û wê peyamên girîng dan.

“Bi taybetî zimanê Kurdî dixin hedefa xwe”

Li gorî nûçeya AHNHAyê, Îlham Ehmedê got ku Hikûmeta Sûriyeyê mecbûr e Rêveberiya Xweser nas bike heke na “dê li dîwêr bikeve û li pey çû:

 “Divê Hikûmeta Şamê mafê zimanê Kurdî, hêzên me û mafên me yên bingehîn di destûra Sûriyeyê de bi cih bike û guhertinan bike.

Ji bo naskirina nasnameya gelê Kurd gelek berdêl hatin dayîn. Ji bo wê gelek destkeftî hatine bidesxistin.

Hinek kom, alî yan jî kesayet li dijî vê destkeftiyê dixebitin. Bi taybetî zimanê Kurdî dixin hedefa xwe.

Bi zanebûn dijberiyê dikin û hinek jî ne di wê zanebûnê de ne.

Mînak, dibistanên me yên zimanê Kurdî qebûl nakin an jî zarokên xwe dişînin dibistanên rejîmê.

Ev şaş e, ji paşerojê bêbawerbûn e. Bi deh hezaran zarokên ku di dibistanên me de perwerdeyê dibînin hene.

“Hesreta hemû Kurdan bû”

Ne mimkin e em vegerin beriya 2011an. Nêzî mîlyonek xwendekar hene.

Hesreta hemû Kurdan ew bû ku rojek were em zarokên xwe bişînin dibistanan. Îro ew hesret li vir pêk hatiye.

Lê nekombûna li derdora vê armancê ya ne bi xurtayî wê lawaz dike.

Ev siyasetên dijber têkoşîna gelê Kurd lawaz dikin. Divê civaka me rê nede vê. Ev deskeftiya herî girîng û bingehîn a şoreşê ye.”

Îlham Ehmedê bangî gel kir ku li hêza xwe ya leşkerî xwedî derkeve û berdewam kir:

“Yek ji destkeftiyên me yên din hêzên me yên leşkerî ne. Cîhan Bi vê hêza me re koalîsyonan çêdike.

Ev îmkan dê wê ber bi rewabûnê ve bibe. Hebûna hêzên parastinê pêwîstiyek e, nebe nabe.

Nexweşiyên derûnî bi wan kesan re hene ku hemleya reşkirinê dikin û bi zanebûn vê dikin.

Divê em hêzên xwe biparêzin û bi wan serbilind bin. Cîhan dibêje ev hêzeke disîplînkirî ye. Hêza me di vê astê de tê qebûlkirin.

Dîroka Kurdan her bi berdxwedanê hatiye. Edî berxwedana Kurdan ji bo jiyana nû ye. Di şoreşa me de ev têkoşîn tê kirin.”

“Yan dê me qebûl bikin an…”

Îlham Ehmedê bal kişand ser helwesta Hikûmeta Sûriyeyê ya ku mafên Kurdan qebûl nake û li pey çû:

“Divê mafê zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de bê bicihkirin. Divê mafê me yê bingehîn bi cih bibe.

Mafê xwebirêxistinkirinê divê bi cih bibe. Ji vir û bi şûn ve divê rejîm guherînan bike.

Sîstemeke xweseriyê ya nenavendî divê qebûl bike û divê dewlet bibe nenavendî.

Yan dê me qebûl bike yan jî berê rejîmê dikeve dîwarekî din.

Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gelek civîn hatin kirin. Rejîm heta ji dayîna 2 saet perwerdeya bi zimanê Kurdî direve.”

Tifaqa Kurdan

Îlham Ehmedê destnîşan kir ku gel dikare di mijara tifaqa Kurdan de roleke girîng bilîze û got:

“Tifaqa kurdî yan jî neteweyî tê gotin ku ger di nava partiyan de lihevkirin çênebû, tê wê wateyê ku tifaqa neteweyî tune.

Lihevkirina di asta jor de girîng e lê gotina ev nebe nabe jî şaş e. Esas civak dikare di vê mijarê de rolê bilîze.

Ger civak di vî warî de bi israr be, xwedî îrade be, bawer bikin dê di nava hefteyekê de partiyan bîne ser maseyê.

Divê civak bibêje yan hûn dê werin an hûn nekin em we hemûyan qebûl nakin. Divê civaka me xwe bike xwedî konsept û proje.”

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed diyar kir ku li pêşiya Kurdan hem derfet û xetere hene û wiha axivî:

“Dewleta Tirk ji bo nehiştina Rojavayê di nava tifaqan de ye”

“Israrek li Sûriye, Îraq û Tirkiyeyê heye ku nasnameya Kurdî neyê naskirin.

Mînak li Başûr her destkeftî jê hatstandin, bi tifaqa dawî re Tirk anîn Başîkayê. Ev tê wateya ku dosyaya Îraqê dê ji aliyê Tirkiyeyê ve bê birêvebirin.

Hewldanên wan hene ku hemû deskeftiyên Kurdan hilweşînin. Tirkiye roleke mezin dilîze.

Dewleta Tirk ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nemîne di nava tifaqan de ye, Dêrezor mînaka vê ye.

Wêneyê heyî ne reş e, xetere tê de heye lê derfetên serkeftinê jî hene. Pêwîstî bi lixwedîderketin û parastinê heye.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 276 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:47:52