Ji 10 mehan ve cara yekem e ava westgeha Elokê digihe taxên Hesekê

Piştî 10 mehan bo cara yekem ava vexwarinê ya westgeha Elok digihe bajarê Hesekê, Kompanyaya Avê ya Hesekê dest berdana avê ber bi taxên başûrê bajêr kir.
20.04.2023, Per - 10:10
Ji 10 mehan ve cara yekem e ava westgeha Elokê digihe taxên Hesekê
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, roja 17ê Nîsanê ava vexwarinê ji westgeha Elok ya li Serê Kaniyê gihîşt westgeha El-Himma ya li gundewarê Hesekê. Tankên El-Himma piştî 72 demjimêran tije bûn. Piştre jî Kompanyaya Avê ya Hesekê dest berdana avê ber bi taxên başûrê bajêr kir.

Jêdera sereke ya ava vexwarinê ya bajarê Hesekê û gundewarê wê ve, ji westgeha Elok a li Serê Kaniyê ye, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike jî, ji meha Tîrmeha borî ve av li ser parêzgeha Hesekê qut kiriye.

Rêveberiya Xweser, hêzên ser bi Tirkiyê ve bi wê yekê tohmetbar dike ku westgeha Elokê di çarçoveya şerê li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê de û bi armanca valakirina herêmê ji xelkê wê bikar tîne û avê bernade.

Tevî ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de derbarê westgeha Elokê de di dawiya sala 2019’an de lihevkirinek hebû, ku nabe ev westgeh wek çekekî li dijî gelê herêmê were bikaranîn, lê qutkirina avê berdewam dike.

Qutkirina avê krîzeke mirovî ya mezin dirust kiriye; Ji ber ku zêdetirî 1.5 milyon kes li Hesekê ji avê bêpar in, xelk jî neçar in ku ava vexwarinê tankeran û bi nirxên giran bikirin.

Li gorî belge û peymanên navdewletî, di nav de jî Peymana Cenêvê, bêparkirina xelkê ji avê, wek tawaneke cengê û li dijî mirovatiyê tê dîtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 495 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:59:42