Ji ber dorpêça li ser taxên Kurdan ên Helebê 2 zarok bûn qurbanî

Ji ber dorpêça hêzên rêjîma Sûriyê li ser taxên Kurdan ên li Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiyê) ku nahêle sotemenî û derman jî derbas bibin, 2 zarokan canê xwe ji dest dan.
05.01.2023, Per - 07:31
Ji ber dorpêça li ser taxên Kurdan ên Helebê 2 zarok bûn qurbanî
Nuçe Belav bike

Li gorî raporên bijîşkî, bebikê bi navê Hisên Ebdullah Kîbar yê 17 rojî û Wîsam Sîdo yê 4 salî di encama sermayê û nebûna dermanan de canê xwe ji dest daye.

Di vê derbarê endamê rêveber ê Encûmena Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Mir’î El-Şiblî got: “Li her du taxan, ji ber dorpêça Firqeya 4′an bandor li hemû warên jiyanê bûye û xelk di nava şert û mercên zehmet de ne. Herî dawî jî li gorî raporên bijîşkî zarokekî 4 salî û bebikekî 17 rojî ji ber sermayê canê xwe ji dest dane. Ger dorpêç dewam bike dê hatetên mirinê zêdetir bibin.”

El-Şiblî destnîşan kir ku Firqeya 4′an li pêşiya çavê hemû aliyên têkildar nahêle sotemenî, derman û pêdiviyên jiyanê derbasî her du taxan bibin.

El-Şiblî bang li aliyên pêwendîdar kir ku zextê li Firqeya 4′an bikin, da ku dawî li dorpêçê bîne, ji ber ku jiyana bi hezaran kesî di bin metirsiyê de ne.

Taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn ku nêzîkî 200 hezar Kurd û bi taybet ên Efrînê lê dijîn, di destê YPG/HSD de ye û Rêveberiya Xweser jî lê hatiye ragihandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 341 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:05:45