Ji General Mazlûm Kobanî û Serokê ENKSê peyama yekrêziyê

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û Serokê Giştî yê ENKSê Siûd Mele di du peyamên cuda de cejna Remezanê li xelkê Rojavayê Kurdistanê pîroz kirin û tekezî li ser yekrêziya aliyên Kurdî û pêkhateyên din li Rojavayê Kurdistanê kirin.
25.05.2020, Pts - 10:27
Ji General Mazlûm Kobanî û Serokê ENKSê peyama yekrêziyê
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê ENKS Siûd Mele, bi helkevta cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û têde cejna gelê Kurdistanê, bi yatbetî cejna Kurdên Rojavayê Kurdistanê, malbatên şehîdan û pêşmergeyan, bi taybetî jî ya Leşkerê Roj pîroz kir.

Siûd Mele di peyama xwe de dibêje, şehîdan ji bo parastina azadî û kerameta Kurdistanê canê xwe dan û ew dê her demê weke ronahiyekê ji bo tevgera rizgariyê bimînin.

Serokê ENKSê herwiha ji welatiyan xwest, ku ji ber vîrusa koronayê pabendî rênmayan bin û hêvî kir ku ev cejn bibe munasebetek ji bo ji hev nêzîkbûna aliyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê.

Her bi boneya cejna Remezanê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) Mazlûm Ebdî ku wek Mazlûm Kobanî jî tê naskirin, peyamek belav kir.

General Mazlûm Ebdî di peyama xwe de ku li ser hesaba xwe ya twîtterê belav kiriye, cejna Remezanê li malbatên şehîd, şervanan û cîhana îslamî pîroz dike.

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha tekezî li ser yekrêziya navbera Kurd û pêkhateyên din kir û destnîşan kir, ku yekrêzî û hevkariya di navbera pêkhateyên Sûriyê ji Kurd, Ereb û Krîstiyanan de armanca wan e ji bo pêşerojeke baştir û aram.

Îro li cîhana îslamî, yekemîn roja cejna Remezanê bû û li her çar parçeyên Kurdistanê jî, bi coşeke mezin bawermendên misilman ew cejna xwe ya olî pîroz kirin.

 

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 883 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:03:05