Ji Konfransa Munchenê derbarê ‘Pêşmergeyên Rojava’ de peyam

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê Enes Ebde îro piştî civîna bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re ragihand, ji bo vegera Pêşmergeyên Rojava bo nav axa Sûriyê pêwîstî bi muhlet û rêdana ti aliyekî nake û tekez kir, divê Pêşmergeyên Rojava vegerin welatê xwe, ji ber ku ew sûrî ne û beşek ji şoreşa xelkê Sûriyê ne.
19.02.2017, Paz - 19:15
Ji Konfransa Munchenê derbarê ‘Pêşmergeyên Rojava’ de peyam
Nuçe Belav bike

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê Enes Ebde îro piştî civîna bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re ragihand, ji bo vegera Pêşmergeyên Rojava bo nav axa Sûriyê pêwîstî bi muhlet û rêdana ti aliyekî nake û tekez kir, divê Pêşmergeyên Rojava vegerin welatê xwe, ji ber ku ew sûrî ne û beşek ji şoreşa xelkê Sûriyê ne.

Îro yekşemî 19ê Sibata 2017ê, di çarçoveya 3emîn roja birêveçûna 53emîn Konfransa Ewlekariya Cîhaniya Munchenê li Almanya de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Seorkê Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê Enes Ebde hevdîtin kirin.

Piştî civînê, Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Dijbereya Sûriyê di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re axivî û ragihand, hevdîtinên wan ên bi serok Barzanî re her demî girîng û stratejîk in. Enes Ebde herwiha got, ku Serokê Herêma Kurdistanê herdem piştevaniya şoreş û xelkê Sûriyê kiriye û diyar kir, di vê civînê de jî Barzanî piştgirî daye şoreşa xelkê Sûriyê.

Enes Ebde ji Rûdawê re ragihand, hevdîtinên wan ên li gel Serokê Herêma Kurdistanê ji bo wan girîng û stratejîk in, ji ber ku Herêma Kurdistanê hevpeymanê sereke yê şoreşa Sûriyê û xelkê wê ye.

Ebde diyar kir, ku wan bi Serokê Herêma Kurdistanê re behsa şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê kiriye û her du aliyan jî tekezî li ser wê yekê kirine, ku divê DAIŞ him li Iraq û him jî li Sûriyê bê jinavbirin.

Enes Ebde wiha axivî:

“Hevdîtnên me bi Serokê Herêma Kurdistanê re hevdîtnên giring û stratîcîk in ji bo me, Herêma Kurdistanê hevpeymana sereke ya şoreşa sûrî û xelkê Sûriyê ye, ji ber vê yekê li vir giringiya vê hevdîtinê diyar dibe, îro ku pitir ji 80 wezîrên derve û 30 serokên welatan amadeyî vî konfransî bûne, em berdewam pişt bi van hevdîtinan girêdidin, heta ku hevguhertina nêrînan li gel Serok Barzanî bikin, ji ber ku niha li pêşiya me gereke din a gotûbêjan li Cinêve heye, şîrtên serok û xwandin û şirovekirina wî ji bo rewşa herêmî û navdewletî ji me re pir giring e”.

Derbarê têkoşîna li dijî DAIŞê de jî, Ebde got: “Herwiha me derbarê şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê û Iraqê de gotûbêj kir, me tekez kir ku divê DAIŞ li Sûriyê û Iraqê bê têkşikandin”.

Enes Ebde amaje bi wê jî kir, ku wan derbarê rewşa siyasî û leşkerî ya dijbereyê de agahî dane Serokê Herêma Kurdistanê û da zanîn: “Herweha me gotûbêj derbarê rewşa siyasî û leşkeriya niha ya dijbereya Sûriyê kirin û derbarê alîkarya Herêma Kurdistanê ji bo şoreşa Sûriyê û koçberên sûrî yên li Herêma Kurdistanê me spasya serok kir”.

Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Dijbereya Sûriyê di berdewamiya daxuyaiya xwe de ji Rûdawê re aşkere kir, ku wan di hevdîtina xwe de ya bi Barzanî re behsa mijara Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî kiriye.

Enes Ebde tekez kir. ku pêwîstiya Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bi wergirtina destûrê nîne heta ku derbasî welatê xwe bibin û rola xwe di paşeroja Sûriyê de bibînin û da zanîn, ku divê Pêşmergeyên Rojava vegerin welatê xwe û berevaniyê li ax û xelkê xwe bikin.

Enes Ebde ji Rûdawê re wiha axivî:

“Derbarê vê mijarê de li Herêma Kurdistanê di hevdîtnên berî niha de, me li gel birêz Barzanî gotûbêj li ser vê mijarê kirine, yekem tişt Pêşmerge ser bi Encumena Niştîmaniya Kurdî (ENKS) ve ne ku ew bi xwe xelkê Sûriy ne, û pêwîstî bi wê yekê nîne ku aliyek destûrê ji wan re bide ka li Sûriyê bin an na, ji ber ku ew beşek in ji şoreş û Artêşa Azad a Sûriyê. Beşek e mezin a wan ewên ku ji leşkerê hikûmeta Sûriyê cuda bûne, ji ber ku leşkerê hikûmetê xelkê sivîl dikuştin, ewan jî ew yek nedixwast, û cihê wan ê serekî Sûriye ye û di dema niha û paşeroja Sûriyê de dê rola wan hebe”.

Konferansa ewlekariya cîhanî li bajarê Munchenê yê Almanyayê, ji roja înê ya bihorî, 17ê sibatê ve dest pê kiriye û heta îro 19ê mehê berdewam dike. Di konferansê de, derdora 30 serok û serokwezîr û 80 wezîrên derve û berevanî yên welatên cîhanê beşdar bûne.

Di çarçoveya konferansê de, gelek hevdîtinên girîng di navbera serkirde û berpirsên cîhanê de hatine kirin.

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1289 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:39:57