Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê operasyona Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dike

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê îro Duşemê dicive. Di civînê de mijara sereke, çawaniya encamdana operasyona li ser hin navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ye.
06.06.2022, Pts - 11:40
Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê operasyona Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dike
Nuçe Belav bike

Artêşa Tirkiyê tevî çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, ji bo encamdana operasyonek li ser Til Rifet û Minbicê amadekariyên xwe gihandine qonaxa dawî. Aliyê HSDê jî amadekariyên xwe kirine û qasî ji dîmenan diyar dibe, li ser sînor çekên giran û tank jî hatine bicîhkirin û Tirikye li benda glopa kesk ya Amerîka û Rûsyayê ye.

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê îro Duşemê dicive. Di civînê de mijara sereke, çawaniya encamdana operasyona li ser hin navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ye.

Amerîka bi eşkere dijayetiya xwe bo operasyona Tirkiyeyê ragihandiye. Rûsya jî dibêje, operasyon ne di berjewendiya aramiya navçeyê de ye. Lê Tirkiye di warê encamdana operasyonê de bibiryar e û Wezîrê Berevaniyê da xuyakirin, amadekariyên wan temam in. Ew li benda glopa kesk yan zer ya Amerîka û Rûsyayê ne.

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyeyê, li Ezaz û Babê, hember Til Rifet û Minbicê dest bi rahênanan kirine. Ew dibêjin, bi hatina fermanekê bo çûna ber bi sengerên HSDê amade ne. Her çend e bi fermî operasyon nehatibe ragihandin jî, topbaranên Tirkiyê li ser herdu navçeyan zêdetir bûne.

Hêzên Artêşa Tirkiyeyê jî li erd û asîman jî li sengerên herî pêş in û bi awayeke berfireh karên çavdêriyê dikin. Her wiha çekên giran li navçeyê tên bicîhkirin.

Droneyên Tirkiyeyê ji nêz ve senger û amadekariyên HSDê dişopînin, bi taybet li Tilrifetê di sengerên pêş de amadekariyên berfireh hene, tank û çekên giran hatine bicîh kirin.

Piştî ku Fermandarê HSDê Mezlum Ebdê bang li hikûmeta Sûriyê kir ku li hember êrişên Tirkiyeyê sînorên xwe biparêzin, li navçeya Tilrifetê alayên rejimê diyar bûn. Lê Tirkiye îdîa dike, YPG xwe li pişt wan alayan vedişêre.

Li gor dîmenên ji sengerên artêşa Tirkiye û dironeyan hatine girtin, zêdetir li aliyê Tilrifetê amadekariyên cidî hene û her du alî jî bo şerekî dijwar amadekariyên cidî kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 498 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:58:42