Kobanî: Zêdeyî 100 hektar zeviyên genim şewitîn

Li gundewazrê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, zêdeyî 100 hektar zeviyên genim şewitîn.
26.05.2023, Cum - 05:53
Kobanî: Zêdeyî 100 hektar zeviyên genim şewitîn
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 25ê Gulanê agir bi zeviyên genim ên gundên Keleh, Omerak, Feyad, Xerab Xel, Kerk û Zinarê Qel girêdayî Kobanî ketiye, di encam de 100 hektar şewitîne, û heta niha agir berdewam e.

Li gor heman çavkaniyan, roja 25ê Gulanê li gundên Sitiye, Bîr Remê û Dendik 17 kêlometre li rojavayê Kobanî 200 donim zeviyên genim şewitîn, herwiha li gundê Bellik ku dikeve başûrê rojhilatê Kobanî 30 donim zeviyên genim jî şewitîn.

Li gor heman çavkaniyan, 7 otombîlên agirvemirandinê û gelek terektorên gundiyan karîn zû agir vemirînin daku berfireh nebe, heta niha jî sedema abgirpêketinê nehatiye zanîn.

22ê Gulanê jî, li herdû gundên Hûran û Derb el-Nob li rojavayê Kobanî agri bi zeviyên genim ketibû, otombîlên agirvemirandinê yên şaredariya Bênder karîn li gel xelkê navçeyê zû wî agirî vemirînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 564 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:54:09