Zeyneb Mehmûd, dayikeke Kurd e, li derve li ber beroşekê rûniştiye û gazinên xwe dike û dibêje, ev 2 meh in ne mazot ji wan re tê, ne jî cerên gazê. Di rûyê wê de êşeke mezin diyar e, bi devoka xwe ya Efrînê dibêje, “Em kê ço îdare bikin, em kê ço biîşin?”
Li aliyekî din ê kampê, zarok ji xwe re bi şimikan û pêxwas dilîzin, ew jî bê xwendin û bê pêşeroj mane, ew jî bi êş in lê dikenin ji ber ku nizanin lîstikan ku ew gihandin binê wan konan, ji lîstika ku pê dilîzin mezintir bû, min got ne erd xwedî li wan derdikeve ne jî ezman.
Rojekê berî rojekê dixwazin dawî li şer were û vegerin mala xwe û weke însanên din bijîn.
Koçberên Efrînê li kampa Serdem li derdora bajarokê Til Rifatê ji ber dorpêça zêdeyî 4 mehan ji aliyê hêzên hikûmetê ve zivistaneke dijwar derbas dikin. Sotemenî, derman, piraniya pêdiviyên jiyanê li vir kêm bi dest dikevin.
Koçbera ji Efrînê Zeyneb Mehmûd got, “Di vê zivistanê de mehek, du meh in li ser me qut kirine, mazot jî nayê. Em ê çawa di vî hundirî de îdare bikin, em ê çawa biîşin. Zarokên min nînin, kesî here ji min re êzingan bîne nîne, te dît ez ço û naylonan şîvê dikim.”
Dorpêça hêzên hikûmeta Sûriyê bandoreke nerênî li ser jiyana zarokên koçber jî kiriye, gelek rojan ji ber sermayê zarok nikarin li dibistana kampê dewam bikin.
Hevserokê Encûmena Îdareya Til Rifatê Mihemed Naso anî ziman, “Wek rejîm jî niha siyaseta li ser me dide meşandin, siyaseta birçîbûnê. Hemû derî li ser me girtine, derman, pêdiviyên jiyana rojane nînin, nahêle gaz û mazot derbas bibe. Dema gaz û mazot jî derbas nebû tevizandinek di jiyana me de tê çêkirin.”
Ji dema dagirkirina Efrînê Adara 2018ê ji aliyê artêşa Tirkiye û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve, 5 kampên koçberên Efrînê (Serdem, Fafîn, Veger, Berxwedan û Şehba) li navçeya Şehbayê ya bakurê Helebê hatine vedan, zêdeyî 300 hezar kesan li xwe vedihewînin.