Komeleya Mafên Mirovan li Cizîrê: Ji destpêka îsal ve 76 zarokan li navçeyê jiyana xwe ji dest dane

Komeleya Mafên Mirovan li Cizîrê di rapora xwe ya herî nû de derbarê rewşa zarokan de dibêje, di 5 mehên bihorî de li herdu herêmên Efrîn û Şehbayê ji ber rewş û bûyerên cûda yên wek erdhej, topbaranên li herêmê û bûyerên kuştinê 64 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Li gor raportê, li Cizîrê, Kobanî, Minbic û Reqayê jî 12 zarok hatine kuştin, ku 9 ji wan bûyeran li Cizîrê bûne.
09.06.2023, Cum - 11:24
Komeleya Mafên Mirovan li Cizîrê: Ji destpêka îsal ve 76 zarokan li navçeyê jiyana xwe ji dest dane
Nuçe Belav bike

Li gor raporta komeleyê ku xwe wek rêxistineke serbixwe dide nasîn, ji destpêka îsal ve heta 31ê Gulanê 12 zaork li navçeyên Cizîre, Firat, Minbic û Dêrezorê hatine kuştin û 6 zarok jî birîndar bûne.

Di raportê de tê gotin, ku di encama erdhej û topbaranan de 46 zarok ku di nav wan de pitik jî hebûne jiyana xwe ji dest dane, herwiha di encama teqînan mayînan de 15 zarok hatine kuştin û 15 zarokên din jî birîndar bûne. Komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê diyar kiriye, di heman demê de destdirêjî li 2 zarokên keç hatiye kirin û 2 zarokan jî ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan.

Li gor heman raportê, 7 zarok hatine girtin û bi îşkenceyê zarokek hatiye kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Çalakvan û mafnasê Kurd ê ji Efrînê, Ibrahîm Şêxo ji Tora Mredyayî ya Rûdawê re behsa rewşa zarokan li Efrîn û Şehbayê kir û ragihand, zêdetir ji 15,000 zarokan li Şehbayê di warê perwerdehiyê de di rewşeke zehmet de ne.

Ibrahîm Şêxo got, rewşa zarokan li Şehbayê hem di warê perwerde û xwendinê de û hem di warê tendirustiyê de ne baş e, bi taybet ku dorpêç li ser herêma Şehbayê heye.

Bi gotina Ibrahîm Şêxo, ji ber ku deriyên sînor ên di navbera navçeyên hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de bi awayekî berdewam tên girtin, ew rewş bandoreke xirab li ser zarokên herêmê jî dike.

Serkirdeyê Partiya Yekîtî jî, li Kobaniyê, ji Rûdawê re beha rewşa zarokan li wê navçeyê dike.

Endamê Polîtbîrya Partiya El-Wehdê, Mislim Şêx Hesen jî got ku rewşa şer û aboriya xirab alozî dijwartir kiriye û piraniya zarokan di temenekî biçûk de dest bi kar dikin û ji gelek mafên xwe yên sereke bê par dimînin.

Ji Adara 2011yan ve, heta niha ev sêzdemîn sal e, krîza Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê berdewam e, û bi sedema aloziya rewşa ewlehî, leşkerî, aborî û perwerdeyê, zarok rastî gelek zehmetî û astengiyan dibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 721 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:00:31