Li gorî ragihandina Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye, Ibrahîm Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “çekdarên grûpa Hemzat a ser bi Tirkiyê ve welatiyê bi navê Yûsif Mehmûd Osman girtin û piştî îşkenceyê ew berdan.”
Ibrahîm Şêxo diyar kir ku ew welatiyê Kurd xelkê “gundê Girzîlê yê ser bi nahyeya Şêrawa” ya Herêma Efrînê ye, û “di demekê de ku li ber pezê xwe bûye çekdarên grûpa Hemzat wî digirin.”
Di heman çarçoveyê de, çekdarên ser bi Tirkiyê ve welatiyê bi navê Şukrî Xelîl Ibrahîm xelkê gundê Xaltan ê ser bi nahyeya Cindirêsê ya Efrînê ve girtine û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Li gundê Dêr Suwanê yê ser bi nahyeya Şeran jî grûpa bi navê Polîsên Leşkerî ji 31ê Adara 2022an ve 3 welatî bi navên Arif Nebî Dawûd, Ehmed Leylê û Hesen Neisan Berazî girtine.
Çekdaran ew her sê welatî bi “karkirina ligel Rêveberiya Xweser” tometbar kirine.
Heta niha çarenivîsa wan her sê welatiyên Efrînî jî ne diyar e.