Komên çekdar li Efrîn'ê 5 kes revandin

Hat ragihandin ku Komên Çekdar ên girêdayî artêşa Tirkiyê re ku li herêma Efrînê dagîr kirine, 5 kes revandin.
19.05.2022, Per - 08:33
Komên çekdar li Efrîn'ê 5 kes revandin
Nuçe Belav bike

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand, grûpa Polîsa Leşkerî roja 17ê Gulanê bi ser gundê Kurzêlê de girt û 3 kes (Husên Ebûd Qîcê, Reşîd Mihemed Ebdo û Mihemûd Salij Remo) revandin.

Her wiha diyar kir jî, grûpa Polîsa Medenî roja 17ê Gulanê welatiyê bi navê Ferîd Arif Kosa ji gundê Gemrûkê yê ser bi navçeya Mabeta ve revand.

Li gorî eşkerekirina Rêxistina Mafên Mirovan, grûpa Polîsa Leşkerî welatiyê bi navê Arif Elî Eşerf Jji gundê Sêwiya yê ser bi navçeya Raco ve revand.

Rêxistina Mafên Mirovan amaje bi wê yekê dike, piraniya kesên ku tên revandin, tometa ku berê pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebû, arasteyî wan tên kirin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji Adara 2018an ve herêma Efrînê dagîr kirine û li gor çalakvanan, wan heta niha zêdetir ji 8 hezar welatiyên Kurd ên Efrînê revandine ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 448 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:25:25