Krîza sotemeniyê ji ber êrîşên Tirkiyê dijwartir bûye

Wêrankirina jêrxana gaz û petrola Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve, krîzeke dijwar a sotemeniyê û bi taybetî ya gaza şil a malan derxistiye.
28.12.2022, Çar - 05:41
Krîza sotemeniyê ji ber êrîşên Tirkiyê dijwartir bûye
Nuçe Belav bike

Êrîşên Tirkiyê bo ser jêrxana petrol û xaza Rojavayê Kurdistinanê krîza kêmbûna sotemeniyê bi giştî û ya gaza şil a malan bi taybet tund kiriye. Li Rojavayê Kurdistanê, komînan mehane butleke gazê li hember 7000 lîreyên Sûrî dida her malbatekê. Lê piştî wêrankirina zeviyên gazê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve, gaz pir kêm bûye û krîz pir tund bûye.

Aborînas Şikrî Yûsif, ji bajarê Qamişlo, ji Rûdawê re got, armangirtina kargeha xazê ya Siwêdiyê ji aliyê Tirkiyê ve krîza xazê derxistiye.

Aborînas Şikrî Yûsif dibêje: “Kargeha gaza Siwêdiyê li herêma Dêrikê, rojana 16.000 cerên gaza malan berhem dida. Bombebarankirina wê kargehê ji aliyê Tirkyê ve, ziyaneke mezin gihandiye xelkê Rojavayê Kurdistanê. Kargeha Siwêdiyê ya gazê ji ber êrîşê ji kar derket. Derketina kargeha Siwêdiyê ji kar kirîz dijwartir kir.”

Ji destpêka werzê zistanê ve, Rêveberiya Xweser bihayê butleyeke gazê ji 3500 Lîreyên Sûrî bo 7000 lîreyên Sûrî zêde kiribû. Lê li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji bajarê Qamişlo wergirtine, butleya gazê li bazara reş ji 25000 lîreyên Sûrî heta 50000 lîreyên Sûrî tê firotin.

Krîza kêmbûna sûtemeniyê bandor li gelek kertên xizmetguzariyê jî wekî firneyan kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 336 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:56:53