Kurdên Rojava daxwaza rakirina vîzayê ji Hikumeta Herêma Kurdistanê dikin

Romanivîsê Kurdê Rojava Can Dost daxwaz ji Hikumeta Herêma Kurdistanê kir ku, vîzayê li ser Kurdên Rojava rake, daku, bikarin serdana malbatên xwe li Herêma Kurdistanê bikin.
09.05.2017, Sal - 07:04
Kurdên Rojava daxwaza rakirina vîzayê ji Hikumeta Herêma Kurdistanê dikin
Nuçe Belav bike

Di nivîsekê de Romanivîsê Kurdê Rojava Can Dost li ser rûpela xweya Facebookê bangewaziyek arasteyî Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê kir, tê de behsa êş û zehmetî û rewşa Kurdên Rojava û koçberiya wan ji encama şerê Sûriyê de kir, herwiha belavbûna wan di navbera li welatên Ewropayê û Hebûna hejmareke mezin li Herêma Kurdistanê.

Can Dosta di wê bangewaziya xwe de got ku, hejmareke mezin ji keç û xortên Rojava di nav rêzên Pêşmerge de şerê DAIŞê dikin û li gel birayên xwe pêşmergeyên başur parastina sînorê Herêma Kurdistanê dikin.

Herwiha romanivîsê Kurd derbarê êşûazarên Kurdên Rojava ji dûrketina malbatên xwe kir û got ku, Kurdên Rojava yên li welatên Ewropayê dimînin nikarin bê vîza serdana malbatên xwe li Herêma Kurdistanê bikin, lewma daxwaz ji Hikumetê kir ku, ew Kurdên îqameya welatên Ewropayê û Tirkiyê hildigrin pêwîste bê vîza ji Tirkiyê û Ewropayê bikarin serdana Herêma Kurdistanê bikin.

Can Dosta wiha jî anî ziman û got: Gelo ma ne seyre Kurdên Rojava li Başur şerê DAIŞê dikin û dê û bavê wan herwiha malbata wan nikarin bê vîza serdana wan bike.

Di dawiya bangewaziya xwe de Can Dost bi navê xwe û bi navê hejmareke mezin ji Kurdên Rojava ku, li derveyî Herêma Kurdistanê dimînin daxwaza rakirina vîzayê kir daku, bikarin serdana malbatên xwe bikin û got ku, ew ewlehiya Herêmê li berçav digre lê bejewendiyê xelkê beşek ji ewlehiyê ye ya ku, dewlet kar dikin û cîbecîbibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1449 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:40:09