Li Amûdê zêdetir ji 10 kesan di êrîşeke Tirkiyeyê de birîndar bûn

Di encama êrîşên artêşa Tirkiyeyê li ser bajarokê Amûdê de, hejmarek kes birîndar birîndar bûn.
26.10.2024, Cts - 15:52
Li Amûdê zêdetir ji 10 kesan di êrîşeke Tirkiyeyê de birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li gorî medyaya xwecihî, navenda Hêzên Ewlekariya Hûndirîn (asayiş) û Saziya Minhacan li Amûdê ji aliyê dronên Tirkiyeyê ve hatin bombebarankirin.

Di encama êrişê de, zêdetir ji 10 endamên hêzên ewlekariyê û welatî birîndar bûn û birîndar bo nexweşxaneyên Amûdê û Qamişloyê hatin rakirin.

Hat zanîn jî, artêşa Tirkiyeyê banka çandiniyê ya li gundê Exîbiş ê rojavayê bajarokê Til Temirê jî topbaran kir.

Herwiha droneke artêşa dewleta Tirkiyeyê, binesaziya petrolê ya li gundê Gir Zîro yê ser bi Girkê Legê ve bombebaran kir.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê jî belav kir, hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, bi 6 topan gundê Derec, bi 6 topan gundê Ewn Dadatê û bi 12 topan gundê Ereb Hesen kirin armanc.

Îro danê sibê jî artêşa Tirkiyeyê navendeke Erkê Xweparastinê li taxa Meyselon a Qamişlo û kargeha mast û penêr û karaceke çakkirina otomobîlan li bajarê Dêrikê bombebaran kiribûn.

Tirkiyeyê di çend rojên borên borî de êrîşên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê tundtir kiriye û li gelek navendên xizmetguzarî û xalên leşkerî dane ku di encamê de welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.

 

Vî nûçeyê tevayî: 181 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:23:39