Li Bajaroka Til Temirê teqîn

Li bajarokê Til Temirê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû û encamê de du endamên Asayişê Rojava û kesên sivîl canê xwe ji dest dan.
18.07.2017, Sal - 11:11
Li Bajaroka Til Temirê teqîn
Nuçe Belav bike

Navenda ragihandinê ya Asayşa Rojava da zanîn ku, derengê şeva borî teqînek bi riya otombîleke bombebarkirî li ber xala pişknînê ya hêzên asayişê li gundê Menacîr 25 li rojavayê bajarokê Til Temirê dikeve rû da.

Hat ragihandin, di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, ku du ji wan endamên asayişê ne. Herweha 2 endamên din yên asayişê birîndar bûn, ku birîna yekî ji wan giran e.

Bajarokê Til Temrê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin û gelek caran teqîn lê rû didin, ku piraniya wan xalên asayişê dikin armanc.

Hercar jî DAIŞ berpirsyaretiya xwe di ber wan teqînên li Til Temirê de radigihîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1601 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:09:58