Li Cinêvê behsa kurdan nayê kirin

endamekî şanda hikûmeta Sûriyê li Cinêvêdi daxuyaniyekê de taybet ji Rûdawê re ragihand, ku di karnameya wan de behsa Kurdan nayê kirin.
22.02.2017, Çar - 20:24
Li Cinêvê behsa kurdan nayê kirin
Nuçe Belav bike

endamekî şanda hikûmeta Sûriyê li Cinêvêdi daxuyaniyekê de taybet ji Rûdawê re ragihand, ku di karnameya wan de behsa Kurdan nayê kirin.

Endamê şanda hikûmeta Sûriyê li Cinêvê Umer Osê, di daxuyaniyeke taybet de ji Tora Medyayî ya Rûdaw re zanyariyên nû li ser hevdîtinên Cinêv-4 aşkere kir.

Umer Osê ji Rûdawê re ragihand, ku îro çarşemî demjimêr 11ê berî nîvro şanda wan gihişte Cinêvê û niha li hotêla Movenpîk (Movenpick) a li bajarê Cinêvê bicih bûye.

Osê da xuyakirin, dê şanda hikûmeta Sûriyê heta 5ê meha Adarê li Cinêvê bimîne.

Osê di berdewamiya axavtina xwe de, karnameya kar (ajendaya) şanda hikûmeta Sûriyê di hevdîtinên Cinêvê de ji Rûdawê re aşkere kir.

Endamê kurd ê şanda rêveberiya Şamê tekez kir, ku dê şanda hikûmetê Cinêvê derbarên mijarên weke bicihkirina biryara 2254 a Encumena Ewlehiya Navdewletî, avakirina hikûmeta yekîtiya niştimanî û pêkanîna komîteyekê ji bo amadekirina destûra nû ya Sûriyê de bi aliyên dijbereyê re danûstandinan bike.

Umer Osê ji Rûdawê re got, di karnameya şanda hikûmeta Sûriyê de biti awayî behsa kurdan nayê kirin.

Biryar e gera çarem a hevdîtinên Cinêvê, sibe pênşemî 23ê Sibata 2017ê di navbera şandên hikûmeta Sûriyê û dijbereyê de pêk were.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku li Rojavayê Kurdistanê û beşek ji bakurê Sûriyê, rêveberiyên xweser ava kiriye û sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê ragihandiye, ji bo wê gera danûstandinan jî nehatiye vexwandin.

Lê belê nûnerên Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) di çarçoveya şanda dijbereya Sûriyê de, di civîna Cinêv-4 de beşdar dibin.

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1409 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:09:50