Li Dêre Zorê êrişî xala kontrolê ya HSDê kirin

Şervanekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) roja Pêncşemê li navenda bajarokê Dîbanê yê rojhilatê parêzgeha Dêra Zorê ya rojhilatê Sûriyê li xala kontrolê ji aliyê çekdarên nenas ve hat gulebarankirin û di encamê de birîndar bûye.
23.12.2022, Cum - 12:28
Li Dêre Zorê êrişî xala kontrolê ya HSDê kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî malpera North Pressê li nav bajarokê Dîban ê li rojhilatê Dêre Zorê, çekdarên nenas ku li ser motorsîkletekî bûn şervanekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li xaleke pişkinînê kirine armanc û di encam de birîndar bûye.

Çavkaniyê diyar kir ku Şervanê birîndar bo nexweşxaneya leşkerî ya li kêlgeha petrolê ya El-Omer hate veguhestin û li gorî bijîşkê nexweşxaneyê "rewşa wî giran e".

Li gor heman çavkaniyan, çekdarên ku şervanê HSDê kiribûn armanc reviyane û karîne xwe li nav xelkê bajêr veşêrin.

Roja 20ê Kanûnê jî, li bajarokê Şihêl li rojhilatê Dêre Zorê çekdarên DAIŞê li ser motorsîkletekî şervanekî HSDê kiribûn armanc.

Ji destpêka sala 2022 û heta niha, çekdarên DAIŞê li navçeyên Rêveberiya Xweser, 141 kes kuştine, ji wan 53 sivîl û 87 şervanên HSDê û endamên asayîşa Rêveberiya Xweser in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 321 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:37:53