Li Dêrezorê di navbera HSD û grûpeke çekdar de şer derket

Li gor zanyariyan grûpeke çekdar şeva derbasbûyî navendeke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li nav bajarokê Zîban ku 50 kîlometreyan dikeve rojhilatê Dêrezorê, bi hewanan kirin armanc.
08.08.2020, Cts - 06:29
Li Dêrezorê di navbera HSD û grûpeke çekdar de şer derket
Nuçe Belav bike

Li bajarokê Zîban şer di navbera HSD û grûpeke çekdar de derket.

Li gor çavkaniyên xwecihî, piştî armancgirtina binkeya HSDê, şer û pevçûn di navbera hêzên HSDê û grûpa çekdar a nenaskirî derketine.

Ji aliyekî din ve, piştî 2 rojan ji tundûtûjiya ku çekdarên eşîreta el-Ikêdat li nav hersê bajarokên el-Hewayic, el-Şihêl û Zîban nîşan dabûn, roja înê, hêzên HSDê derbasî nav hersê bajarokan bûne.

Li gor çavkaniyên xwecihî, hêzên HSDê helmeteke pişkinînê li nav hersê bajarokan encam dane.

Li aliyê din li gundewarên Serê Kaniyê di navbera çekdarên girêdayî Tirkiyê de şer derket.

Ajansa Sûriyê Sanayê ragihand ku, li gundê Um Işbe yê li rojavayê bajarokê Zerganê, li gundewarên bajarê Serê Kaniyê, di navbera grupên çekdarên ser bi Tirkiyê ve şer û pevçûnên giran pêk hatine.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, şerê di navbera grûpên çekdar de li ser parvekirina mal û milkê ku ji hemwelatiyên wî gundî dizîne pêk hatiye.

Her li gor zanyariyan grûpên çekdar êrîşî gundê navborî kirine û mal û milkên xelkê gund dizîne û paşê li ser tiştên ku dizîne pevçûne û hemû cûrên çekan li beramberî hev bikaranîne.

Li gel vê yekê ajansê destnîşan kir ku, çekdarên ser bi Tirkiyê ve di heman rojê de, kabloyên elektirîkê yên di navbera gundê Elweybide û El-wastayê yên ser bi bakurê bajarê Eyîn Îsayê dizîne û ji bo gule li deverê barandine.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 775 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:51:20