Li Efrînê 2 kes ji aliyê çekdaran ve hatin revandin

Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê yên bi artêşa Tirkiyeyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 2 welatiyên Kurd revandin.
28.08.2024, Çar - 10:22
Li Efrînê 2 kes ji aliyê çekdaran ve hatin revandin
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirovan belav kir, grûpa bi navê “Polîsa Leşkerî” welatiyekî Kurd li navçeya Cindirêsê bi armanca standina pereyan ji wî revand, ku di dema dawî de ji bajarê Helebê vegeriyabû.

Herwiha da zanîn jî, li navçeya Şêrawa welatiyekî din ê Kurd hat revandin, bêyî ku sedema revandin û çarenivîsa wî werin naskirin.

Zêdetir ji şeş salan re ye herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve dagirîkirî ye û heta niha zêdetir ji 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Li gor çalakvanên Efrînê, grûpên çekdaran bi armanca ku kurdên Efrînê neçar bibin dest ji cih û warê xwe berdin û koçber bibin, welatiyan direvînin û eşkence didin û pere, fidye û bacan ji wan distînin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 212 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:24:45