Li Efrînê 2 welatî hatin girtin

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hêzên Tirkiyê 2 welatî girtin.
16.11.2022, Çar - 07:26
Li Efrînê 2 welatî hatin girtin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên ji çavkaniyên xwecihî hatine wergirtin, hêzên Tirkiyê roja Duşemê 14yê meha Mijdarê, li gundê Gumrûk ê ser bi nahiyeya Mabata li Herêma Efrînê, 2 welatiyên sivîl bi tometa ku kar ligel Rêveberiya Xweser a berê dikir, girtine.

Li gorî heman zanyariyan welatiyê bi navê Muhyedîn Hemdûş Ibrahîm (47 salî ye) û birayê wî Ebdulrehman Hemdûş Ibrahîm (49 salî ye), li mala xwe bûn, li ser destên hêzên Tirkiyê, hatin girtin û veguhestin bo navenda nahiyeya Mabata.

Amarên Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê diyar dikin ku, ji destpêka vê meha Mijdarê ve, li Herêma Efrînê 7 welatiyên sivîl hatine girtin. Ji destpêka sala 2022yan jî, 633 welatî hatine girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 233 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:14:43