Li Efrînê çekdarên ser bi Tirkiyê ve 2 welatiyên Kurd girtin

Li du gundên Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve du welatiyên Kurd girtine û çarenivîsa wan nayê zanîn.
20.05.2022, Cum - 08:26
Li Efrînê çekdarên ser bi Tirkiyê ve 2 welatiyên Kurd girtin
Nuçe Belav bike

Li du gundên Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve du welatiyên Kurd girtine û çarenivîsa wan nayê zanîn.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov 19ê Gulanê Li gundê Qerzîhelê yê ser bi navçeya Şêrawa ya Efrînê, çekdarên grûpa Ehrar el-Şam welatiyekî Kurd girtin, piştî ji çekdaran xwestibû xaniyê wî radestî wî bikin, ku berê dest danîbûn ser.

Heman çavkaniyê diyar kiriye, li gundê Qestela Kêşkê yê ser bi navçeya Şera ya Efrînê ve jî, Polîsê Leşkerî yê ser bi Tirkiyê ve welatiyekî Kurd girtin, ku ji bajarê Helebê vegeriyabû.

Roja 18ê Gulanê jî, grûpên ser bi Tirkiyê ve 2 welatî ji gundê Qerzîhelê yê ser bi navçeya Şêrawa ve bi tohmeta “peywendiya li gel Rêveberiya Xweser” girtibûn û daxwaza fidyeyê ji wan kiribûn.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji bihara sala 2018an ve di bin dagirkeriya Tirkiyê û komên çekdarên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê de ye û ji wê demê ve heta niha rojane mafên Kurdên Efrînê ku niştecihên resen ên herêmê ne, têne binpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 555 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:31:35