Îro erdhejekê bi hêza 7.4 pileyê Rîxterê Bakurê Kurdistanê hejand. Navendê Erdhejê li navçeya Bazarcixa Mereşê ye, lê li gelek bajar û navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî bandora wê hebûye.
Li gor zanyariyên ku Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) belav kirine, heta niha 42 paşlerze piştî erdheja mezin hatine tomarkirin.
Herwiha erdheja îro li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî hatiye hîskirin.
Li gorî zanyariyên ku ji Efrînê bi destê Rûdawê ketine, zêdetir ji 30 avahî û xanî li bajarê Efrînê hilweşiyane û serê sibehê 51 termên qurbaniyan rakirine nexweşxaneya serbazî ya Efrînê.
Li bajarokê Cindirêsê jî, hejmareke mezin ji avahiyan bi temamî herifîne û heta niha bi dehan kes di jêr kavilan de mane û hejmarek kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiya Sûriyê jî ragihandiye, di encama erdhejê de heta niha 237 kesan canên xwe ji dest dane û 639 kesên din jî birîndar bûne.
Li Sûriyê, li bajarên Heleb, Idlib, Tertûs, Laziqiye û Hemayê erdhej çê bûye.