Li Efrînê fermandarekî Cebhe El-Şamiye hat kuştin

Şerê di navbera Heyet Tehrîr El Şam û Cebhe El-Şamiyê li Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi awayekî din berdewam e. Hat ragihandin ku li Efrînê fermandarekî Cebhe El-Şamiyê hatiye kuştin.
02.11.2022, Çar - 08:01
Li Efrînê fermandarekî Cebhe El-Şamiye hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên xwecihî duh li nêzîkî gundê Çema yê navçeya Şera ya Efrînê otomobîla Fermandarê Cebhe El-Şamiyê yê bi navê Bîlal Ebû Welîd hate teqandin û di encamê de hat kuştin û çekdarên ligel wî jî birîndar bûn.

Tevî rêkeftina agirbestê di navbera Tehrîr El-Şam û Feyleqa Sêyemîn de jî lê dîsa Tehrîr El-Şam tehdîd dike ku ewê êrîşî Ezazê bike.

Ev hefteyek bû ku di navbera wan de şer rawestiya bû, kuştina Bîlal Ebû Welîd piştî hefteyekê ji hêdîbûna şerê li Efrînê tê.

Ji 13yê Cotmeha 2022yan ve, Heyet Tehrîr el Şam bi alîkariya grûpên Hemzat, Emşat û Ehrar El-Şam dest danî ser bajarê Efrînê û gundewarê derdorê û çekdarên Feyleqa Sêyem û hejmarek ji grûpên hêza bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” ya ser bi Tirkyê, ji Efrînê derketin û li Ezaza rojhilatê Efrînê, bicih bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 284 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:29:54