Li Efrînê grûpeke çekdar ji bo diziyê avêtin ser mala welatiyekî Kurd

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê grûpeke çekdar ji bo diziyê avêtine ser mala welatiyekî Kurd û gefa kuştinê li wan xwarine.
13.04.2023, Per - 05:39
Li Efrînê grûpeke çekdar ji bo diziyê avêtin ser mala welatiyekî Kurd
Nuçe Belav bike

Li gundê Memala li herêma Efrînê, 4 çekdaran avêtine ser mala welatiyê kurd Mihemed Îsmaîl Nebo û ew û hevjîna wî bi kuştinê tehdîd kirine û hewl dane malê bidizin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan, ew çekdarên Fîrqeya 9 bûn, fermandarê wan jî Mûhend el-Berşa ye.

Piştî ku çekdar çek xistine serê xwediyê malê û hevjîna wî, kurê wî Îsmaîl teqe kiriye û çekdarek reviyane, lê yek ji wan hatiye girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 325 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:40:38