Li Efrînê ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî tê vekirin

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi mebesta gihandina karwanên alîkariyan ji bo mexdûrên erdhejê yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, ofîsekê li Efrînê vedike.
11.02.2023, Cts - 09:57
Li Efrînê ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî tê vekirin
Nuçe Belav bike

Serperiştyarê Tîma Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê Rewac Hacî ji Kurdistan24ê re ragihand, şeva borî tîmên wan gihîştine bajarokê Cindirêsê yê ser bi herêma Efrînê, ku yek ji wan navçeyên ji ber erdhejê ziyaneke mezin dîtiye, îro tîmên wan dest bi kar dikin ji bo pêşkêşkirina alîkariyan bo mexdûrên erdhejê.

Rewax Hacî diyar kir: “Em ê derman û pêwîstiyên tendirustiyê radestî Nexweşxaneya Efrînê bikin, çimkî Nexweşxaneya Cindirêsê ji ber erdhejê nemaye.”

Hacî eşkere kir, bi mebesta gihandina alîkariyên zêdetir ji bo mexdûrên erdhejê, ew ê Ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li bajarê Efrînê vekin û her roj karwanên alîkariyan bigihînin navçeyê û pêşkêşî mexdûrên erdhejê bikin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Îslam Yûsif li Cindirêsê ragihand, gelek kes li wî bajarokî di bin rewşeke xirab de ne û bê cih û mal mane, ji bilî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ti rêxistineke din a xêrxwazî û sivîl nehatine hawara xelkê vê navçeyê.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 413 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:47:23