Li Efrînê teqîn çêbû!

Li navenda bajarê Efrînê yê Rojavaya Kurdistanê teqînek çêbû.
14.08.2024, Çar - 15:19
Li Efrînê teqîn çêbû!
Nuçe Belav bike

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek di hundirê erebeyekê de çê bû, kuştî û birîndar hene.

Serê vê sibehê (Çarşem, 14.08.2024) li nêzî rêya Racoyê, li beranberî xwaringeha Gebsoyê li Efrînê, teqînek di hundirê erebeyekê de çê bû.

Hat zanîn ku kuştî û birîndar hene lê heta berhevkirina vê nûçeyê jî, zirarên canî û madî bi awayekî fermî nehatine ragehandin.

Di derheqa kuştî û birîndaran de çi agahiyên piştrastkirî nehatine bidestxistin. Herwesa heta niha çi aliyan jî berpirsyariya xwe li ser wê rûdanê diyar nekiriye.

Efrîn yek ji bajarên Rojavayê Kurdistanê ye, li sala 2018ê ji aliyê Tirkiyeyê ve hat dagirkirin û ji hingê ve gelek rûdanên cuda cuda li wê derê diqewimin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 226 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:03:01