Li Efrînê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Efrînê teqînek di malekê de rû da, di encamê de kuştî û birîndar hene.
16.09.2023, Cts - 17:34
Li Efrînê teqîn: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Çalakvanên bajarê Efrînê belav kirin, îro danê piştî nîvro li çarêya Maratê ya Efrînê teqînek di malekê de rû da û li gorî zanyariyên destpêkê 2 kesan canê xwe jidest dan û 5 kesên din jî birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, teqîn di mala serkirdeyê di grûpa Ehrar El-Şam de Es'ed Barûdî de rû daye ku bombe di nava malê de dihatin çêkirin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û gelek caran li bajêr teqîn rû didin û welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.

Roja 12ê Îlona 203an jî, li taxa Zêdiyê ya Efrînê bombeyek bi otomobîla serkirdeyê di grûpa Ewlehiya Encûmena Xwecihiya Efrînê “Ebû Emar EL-Xotanî” de teqiyabû û di encamê de 2 kes birîndar bûbûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 707 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:01:39