Li Helebê li dijî operasyoneke nû ya Tirkiyê bo ser Rojava xwepêşandan hat kirin

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî di Çileya 2018an de êrîşî Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kirin û piştî nêzîkî du mehên şer ew herêm dagîr kirin.
30.05.2022, Pts - 06:22
Li Helebê li dijî operasyoneke nû ya Tirkiyê bo ser Rojava xwepêşandan hat kirin
Nuçe Belav bike

Gefên Tirkiyê ji bo destpêkirina operasyoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê, karvedanên cUda bi xwe re anîne û li bajarê Helebê, hejmarek endam û alîgirên Cepheya Niştimanî ya Pêşverû li dijî gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan kirin.

Rayedarên Tirkiyê di asta herî bilind de li ser gefên xwe yên destpêkirina operasyoneke nû ya leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê bi hinceta parastina ewlehiya sînorên xwe yên başûr û nehîştina terorê berdewam in.

Tevî nerazîbûnên ji navxweyê Rojavayê Kurdistanê yên li dijî operasyoneke muhtemel a Tirkiyê, roja Şembiyê 28ê Gulana 2022an li bajarê Helebê jî ku di kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de dengê nerazîbûnê li dijî egera operasyoneke wiha bilind dibe.

Li Helebê hejmarek endam û alîgirên Cepheya Niştimaniya Pêşverû li Sûriyê li dijî gefên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistan û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser xwepêşandan kirin.

Serokê Komeleya Lîwaya Iskenderûn, Cemal Nesle derbarê xwepêşandana li Helebê ya li dijî gefên Tirkiyê de ragihand, "Ev kombûna girseyî li bajarê Helebê îro peyameke bo wî serseriyê Erdogan ê ku dixwaze bakur û rojhilatê Sûriyê dagîr bike û guhertina demografîk çê bike."

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja 23ê Gulanê ragihandibû ku ji bo temamkirina avakirina herêma ewle ew dê li Rojavayê Kurdistanê dest bi operasyonekê bikin û gotibû, ew dê li başûrê sînorên xwe bo avakirina herêma ewle bi kûrahiya 30 kîlometreyan pêngavên pêwîst bihavêjin.

Endamê Partiya Geşebûn û Pêşketinê, Dr. Mihemed Xetab jî Tirkiyê û serokkomarê wê bi dagirkirina Sûriyê tohmetbar dike û dibêje, "Ew roviyê Tirk ê Selçuq, ê Osmanî ku dagîrkeriyê dike, ji bo axa me bibe û xelkê me perîşan bike, em bi vê hejmara zêde ya xelkê hatine daku rê li pêşiya wî bigrin."

Ji sala 2016an ve heta niha Tirkiyê 3 operasyonên leşkerî di nav axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de pêk anîne.

Operasyona yekem di sala 2016an de bû, dema ku artêşa wî welatî û hêzên nêzîkî opozîsyona Sûriyê êrîşî navçeya Ezaz û Cerablusê kirin ku wê demê di bin kontrola rêxistina DAIŞê de bû. Lidarxistina operasyonê ji aliyê Tirkiyê ve di demekê de pêk hat ku hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê xwe amade dikirin di operasyonekê de wan navçeyan ji dest DAIŞê derxînin û bi korîdorekê Kobanî û Efrînê bigihînin hev.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî di Çileya 2018an de êrîşî Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kirin û piştî nêzîkî du mehên şer ew herêm dagîr kirin.

Di Cotmeha 2019an de jî artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Enqerê ve êrîşî navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê kirin û beşeke din ji axa Rojavayê Kurdistanê xistin bin kontrola xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 486 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:14:04