Li Herêma Kurdistanê biryara qedexekirina hin malperan hat dayîn

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikaranîna “pakêtên malbatî” li ser kompanyayên internetê ferz kir.
18.08.2022, Per - 09:10
Li Herêma Kurdistanê biryara qedexekirina hin malperan hat dayîn
Nuçe Belav bike

Wezareta Gihandin û Ragihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja Çarşemê biryareke xwe ya derbarê internetê de aşkere kir ku bi vê biryarê kompanyayên internêtê neçar dike “pakêtên malbatî” amade bikin, bi mebesta sansorkirina naverokên ku pornografiyê nîşan didin, tundûtûjiî, bikaranîna madeyên hişber û alkolê herwiha bikaranîna çekan teşwîq dikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikaranîna “pakêtên malbatî” li ser kompanyayên internetê ferz kir.

Di biryarnameyê de ku bi îmzeya Wezîrê Gihandin û Ragihandinê Ano Cewher Abdoka hat weşandin, ji hemû şîrketên ragihandinê yên internetê û mobîlan hat xwestin, malperên ku êrîşî nirxên gel dikin, dibin sedema kîn û nefretê û zirarê didin exlaqê civakî di çarçoveya “pakêtên malbatê” fîltre bikin.

Herwiha di biryarê de tê gotin, pakêt divê naverokên bêhurmetiya li beramber ol, pêxember û pirtûkên pîroz ku zirarê bide pêkvejiyana olî û etnîkî; û pornografiyê nîşan bide, sansûr bike.

Li gor biryarê, herwiha pêdivî ye ku pakêta malbatî di heman demê de qumara serhêl (online), firotina çekan, teşwîqkirina madeyên alkol, cixare, madeyên hişbir, îstismara zarokan û şîdeta li dijî jinan û heywanan jî red bike.

Wezîrê Gihandin û Ragihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Ano Cewher Abdoka derbarê biryarê de ji Rûdawê re ragihand, “Me biryar da ku hemû kompanyayên internet û mobîl ên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin, ji bo berjewendiya giştî, parastina normên civaka Kurdî, morala bilind… û kêmkirina bandora nerênî ya înternetê, bibin xwediyê pakêtên malbatî.”

Ano Cewher herwiha got, “malperên ku ewlehiya pêkvejiyanê û civakê têk didin, naverokên ku kîn, nefret û tundûtîjiyên olî, neteweyî û hwd belav dikin, dê fîlter bibin û bên blokekirin.”

Ji kompanyayên peywendîdar hatiye xwestin ku di nava mehekê de biryarê weke xwe cîbicî bikin, herwiha di biryarê de hatiye gotin, “divê pakêca malbatî di aliyê nirx de guncawtir be yan weke nirxê niha be, herwiha pêwîst e leza internetê di pakêcê de ji leza niha ya internetê zêdetir be.”

Kompanyayên ku li gorî biryarê tevnegerin dê bên cezakirin.

Wezîr herwiha da xuyakirin ku du kompanyayan ji beriya salekêve bi dilxwazî pakêtên malbatê pêşkêş kirine.

Wî herwiha got, wan ev biryar li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî şêwirîna li gel mela, dozgeriya giştî û wezareta navxwe daye.

Li Herêma Kurdistanê û Iraqê pêştir çendîn caran hewl hatibûn dayîn ji bo blokekirina malperên pornografiyê lê belê ew hewldan serkeftî nebûn.

Çend bûyerên kuştinê yên vê dawiyê li Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar kir ku bazara çekan bigre, û rê li ber çekan bigire. Tê gotin ku rûpelên medyaya civakî hene ku li ser înternetê çekan difiroşin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 480 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:56:25