Li Herêma Kurdistanê erd hejiya

Li gor zanyariyên K24ê, demjimêr 19:35 erdhejek bi tundiya 6.3 pile Richter li gelek navçeyên Herêma Kurdistanê rû da.
26.11.2018, Pts - 07:23
Li Herêma Kurdistanê erd hejiya
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên destpêkê, erdhejê bajarên Hewlêr, Duhok, Silêmanî, Kerkûk, Helebce, Kelar û herdu deverên Germiyan û Raperîn ên Başûrê Kurdistanê hejnadiye.

Herwiha li Rojhilatê Kurdistanê jî erdhejeke mezin çê bû.

Li gorî Navenda Jeofîzîkê ya Amerîkayê, erdheja li Rojhilatê Kurdistanê li parêzgeha Kirmaşanê bûye û navenda wê jî navçeya Serpêla Zehaw û hêza wê jî 6.3 pileyên Rîxterê bûye.

Rêveberê Giştî yê Keşnasî û Erdhejzaniya Herêma Kurdistanê, Fazil Îbrahîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Îro demjimêr 19:37ê şeva Yekşembî 25ê Mijdarê li gor dema Herêma Kurdistanê erdhejek bihêz li sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hat tomarkirin, navenda erdhejê jî li Serpêla Zehaw a li Rojhilatê Kurdistanê bûye.”

Fazil Îbrahîm got: “Li gorî navendên tomarkirina erdhejê yên li Herêma Kurdistanê, erdheja tomarkirî ya îşev bi hêza 6.5 pileyên Rîxterê hatiye tomarkirin ku weke erdhejeke bihêz tê hesibandin. Navenda vê erdhejê jî li Rojhilatê Kurdistanê bûye, û erdheja ku li Başûrê Kurdistanê bûye, şepêla vê erdhejê bûye.”

Derbarê zirarên erdhejê yên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de hêj ti zanyarî nehatine bidesxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1040 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:40:20