Li Hesekê 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê 2 çekdarên DAIŞê yên xwekuj hatin kuştin
31.03.2023, Cum - 13:12
Li Hesekê 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî medya nêzikî Rêveberiya Xweser du çekdarên DAIŞê hewl dane derbasî rêbendeke hêzên ewlekariyê bibin.

Hat ragihandin herdû çekdarên xwekuj DAIŞê beriya ku bigihine rêbenda asayîşê hatine kuştin.

Li aliyê din li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, roja 31ê Adarê, Li taxa Neşwe li başûrê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê, du çekdarên DAIŞê êrîşî baregeheke asayîşa Rêveberiya Xweser kirin, piştre dengê teqînê hat bihîstin, û şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û endamên asayîşê derket, di encama de herdû çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Li gor heman çavkaniyê, ji destpêka sala 2023an û heta niha, li navçeyên Rêveberiya Xweser 30 kes ji aliyê çekdarên DAIŞê hatine kuştin, di nav wan de 5 sivîl hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 377 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:07:31