Li Hesekê teqînek çêbû: 3 birîndar

Li Taxa Ezîziyê ya Heseke ya Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû
27.06.2022, Pts - 06:20
Li Hesekê teqînek çêbû: 3 birîndar
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku li Taxa Ezîziyê ya Heseke ya Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû. Di encama teqînê de 3 kes birîndar bûn.

Roja Yekşemê 26ê Hezîrana 2022an li Taxa Ezîziyê ya Heseke ya Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû. Di encamê de 3 kes birîndar bûn. Navê welatiyên ku di teqînê de birîndar bûne Rexed Hisên Hesen ê 18 salî, Ednan Hisên Hesen ê 11 salî û Şîndar Selmo yê 25 salî ne.

Ajansên nêzikî Rêveberiya Xweser diyarkirin ku birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Heta niha sedema teqînê nehatiye eşkerekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 4312 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:42:10