Li kampên koçberên Efrînê zêdetirî 1000 koçberan bi kolerayê ketine

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku li 5 kampên koçberên Efrînê yên li Şehbayê ji 20 meha borî ve û heta niha zêdetirî hezar kesî bi Kolêrayê ketine ku ji wan 443 zarok bûne.
13.09.2022, Sal - 07:25
Li kampên koçberên Efrînê zêdetirî 1000 koçberan bi kolerayê ketine
Nuçe Belav bike

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê daxuyaniyek belav û tê de diyar kiriye, ku li 5 kampên koçberên Efrînê yên li Şehbayê nexweşiya kolera her ku diçe belav dibe û kêmasiya dermanan heye, lê rêxistinên mirovî ti alîkariyekî pêşkêşî wan koçberan nakin.

Ji bilî Devera Şehba ya bakurê Helebê, ew nexweşî li rojhilatî Dêre Zor û Reqayê jî belav bûye, Rêveberiya Xweser jî dibêje, rewş di bin kontrolê de ye.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê:

- 1009 kes li Şehbayê bi Kolêrayê ketine

- Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser jî dibêje, li Dêrazorê 50 kes bi wê nexweşiyê ketine, lê heta niha ti amareke nexweşên li Reqayê belav nekiriye.

- Heta niha li Dêrazorê û Reqayê 3 kes ji ber kolerayê mirine.

- Wezareta Tendirustiya Sûriyê jî dibêje, li Helebê 15 kes bi Kolêrayê ketine û li jêr çavdêriyê de ne.

Ji ber belavbûna Kolêrayê li Navçeya Kisre ya Dêrazorê, Şandeke Tendirustiya Rêveberiya Xweser seredana nexweşxaneya wî bajarokî kir, da ku ji nêzîk ve rewşa nexweşan bişopînin.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa got Heta niha haletên nexweşiyê li nexweşaneyê mane, gelek halet baş bûne, û yên din jî di bin çavdêriyê de ne,niha rewş di bin kontrolê de ye, ji bin kontrolê derneketiye, karînên me yên pizîşkî hene ku em di vê rewşa niha de wê nexweşiyê kontrol bikin, ti metirsî, ti pirsgirêk ji vî aliyê ve tuneye, hemû bingehên me yên tendirustiyê di amadebaşiyê de ne da ku nexweşî zêdetir belav nebe. niha rewş baş e, rewş di bin kontrolê de ye.”

Ji aliyekê din ve û li gorî medya nêzîkî opozisyona Sûriyê ku ji berpirsên tendirustiyê yên Idlilb û navçeyên di bin kontrola opozisyona Sûriyê de veguhestine ku heta niha ti haleteke nexweşiya Kolêrayê li Idlib û Efrîn, Serê kaniyê û Girê Spî û Cerblûs û Izazê nehatine tomarkirin.

Pizîşkên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê belavbûna nexweşiyê bi vexwarina xelkê ji ava pîs re girê didin,

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 653 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:29:06