Li Kobanî cendirmeyên Tirkiyê cotkarekî Kurd kuştin

Li gundê Kûran a Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, cotkarê Kurd Îbrahîm Osman Mihyedîn ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê hat kuştin.
05.08.2022, Cum - 06:33
Li Kobanî cendirmeyên Tirkiyê cotkarekî Kurd kuştin
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 4ê Tebaxa 2022an, li gundê Kûran a li rojhilatê Kobaniyê nêzîkî sînorê Tirkiyê, cotkarê Kurd Îbrahîm Osman Mihyedîn dema erdê xwe av dida cendirmeyên Tirkiyê gule berdanê piştre bo Nexweşxanya Kobanî hat veguhestin lê ji ber birîna giran, canê xwe ji dest da.

27ê Îlona 2021an jî li gundê Siftikê cotkarê Kurd Mihemed Ehmed Şêxo di nav erdê de xwe ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê hatibû kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 427 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:09:39