Li Kobanî ofîsên PDK-S, ENKS û PYKSê hatin şewitandin

Hat ragihandin ku li Rojavayê Kurdistanê bajarê Kobane êrîş bi ser ofîsên Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S), Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hatin kirin.
21.04.2022, Per - 09:43
Li Kobanî ofîsên PDK-S, ENKS û PYKSê hatin şewitandin
Nuçe Belav bike

Duh danê êvarê 20ê Nîsana 2022yan li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê êrîş bi ser ofîsên Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S), Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Kurdistanî - Sûriye (PYKS) de hatin kirin û ofîsên wan hatin şewitandin.

Her wiha 19'ê Nîsan'a 2022'yan jî ENKS'ê ragihand, li bajarê Hesekê ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) rastî êrîşê hatiye û ofîs bi temamî hatiye şewitandin.

Jêderekî jî ji bajarê Hesekê ragihandibû ku "çekdarên PYDê beriya ku molotofan biavêjin ofîsê, endamên PDK-Sê yên li nava ofîsê bi darê zorê derxistin derve û ofîs bi temamî şewitandin".

Herwiha şeva 18'ê Nîsan'a 2022'yan malpera ENKSê ragihand, "Ciwanên Şoreger ên bi ser PYDê ve, deriyê ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) ya li bajarokê Dirbêsiyê şikandin û molotof avêtin ofîsê û agir pêxistin û hin alavên ofîsê hatin şewitandin".

Serkirdên ENKSê ragihandin ku "HSD di van kiryarên xerab de berpirsyar in, ji ber ku ew ta niha bi erkê xwe yê rasteqîne li hember van binpêkirinên di derheqê endam û alîgirên ENKSê de yên ji aliyê Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve tên kirin, ranebûne".

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 725 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:16:26