Li Kobaniyê 40,000 dar tên çandin

Rêveberiya Giştî ya Jîngehê li Kobanî dest bi kampanyaya çandina 40,000 daran kir.
06.01.2023, Cum - 13:21
Li Kobaniyê 40,000 dar tên çandin
Nuçe Belav bike

Hevserokê Desteya Rêveberiya Giştî ya Jîngehê Arif Balî diyar kir ku armanca wan ji çandina daran zêdekirina rûbera keske li herêmê ye.

Arif Balî got, kampanya di bin navê “Ji Bo Her Malekê Darek” û bi dirûşma “Her Darek Biharek e Bihara Xwe Biparêze” tê birêvebirin.

Bi gotina Arif Balî wan sala bihorî jî kampanyayeke çandina daran li herêma Kobanî birêve biribû û gelek dar li gundan, taxên bajêr û li dibistan û navendên giştî belav kiribûn.

Balî destnîşan kir, ji bo destpêkirina kampanyaya çandina daran wan wek Rêveberiya Giştî ya Jîngehê ya Kantona Firatê amadekariyên xwe kirine û ji rojên destpêka sala 2023an ve kampanyaya xwe destpê kirine.

Tê pêşbînîkirin ku ew kampanya heta meha Nîsana îsal berdewam bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 634 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:04:37