Encûmena Leşkerî ya Minbicê ya girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser êrişê daxuyaniyek da.
Li gorî Encûmena Leşkerî ya Minbicê demjimêr 6ê sibehê hêzên Trikiyeyê û grûpên çekdar girêdyî wê, êrîşî gundên Muhsinlî, Ereb Hesen, Seyade û Dendeniyê kir.
Herwiha berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ragihand ku şervanên wan bersiva vê êrişê daye û şer derketiye.
Encûmen Leşkerî da zanîn ku di encam topbarana hêzên Tirkiyeyê de li gundê Muhsinlî yê bakurrojavayê Minbicê 5 zarokan canê xwe ji dest daye.
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDyê Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
Ferhad Şamî got ku grûpên çekdarên ku Tirkiye piştgiriya wan dike îro danê sibê “Li gundê El-Muhsinlî yê gundewarê Minbicê komkujiyek hovane li dijî 5 zarokan pêk anîn.”