Li Qamişlo û Amûdê li dijî zêdekirina nirxê mazotê xwepêşandan berdewam in

Xwepêşandanên welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên li dijî biryara Rêveberiya Xweser a bilindkirina nirxê sotemeniyê berdewam dikin.
30.09.2023, Cts - 19:48
Li Qamişlo û Amûdê li dijî zêdekirina nirxê mazotê xwepêşandan berdewam in
Nuçe Belav bike

Welatiyên bajarokê Amûdê li dijî biryara zêdekirina nirxê sotemeniyê daketin kolanan, nerazîbûna xwe nîşan dan û daxwaza rakirina vê biryarê û sizakirina berpirsan kirin.

welatiyên Amûdê dibêjin heta ku ev biryar neyê rawestandin, ew ê di xwepêşandanên xwe de berdewam bin.

Zêdekirina nirxê mazotê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, bû sedema nerazîbûneke giştî ya berfireh li bajar û navçeyên yên Rojavayê Kurdistanê û xelkê dest grev û xwepêşandanên aştiyane kirine.

Buhayê lîtreyeke mazotê ya ku ji bo wesayîtên ku bi kartên taybet tê firotan ji 545 lîreyên Sûrî bo 2300 lîreyan hat bilindkirin ku her deh rojan carekê mafê her wesayitekê 50 lîtreyê dagire. Di heman demê de nirxê mazota li bazara reş ji 1700 lîreyê, derket 4600 lîreyên Sûrî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 544 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:29:13